Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misir Derîyê Refahê jibo Fîlîstînîyan Vedike


Hikûmeta Misirê , cara yekê ye ku Derbenda Refah ya di nav Kerta Gazayê de vedike .

Ev biryar tenê demkî ye û heta ku hemwelatîyên Fîlîstînê karibin vegerin welatê xwe.

Tê zanîn ku ev derbend hatibû girtin ji 24 meha Çirya Pêşîn, jiber kuştina 31 leşkerên Misirî di kemînekê de li nêzî bajarê Refahê ji alîyê çekdaran ve.

Berpirsê Derbendê ji alîyê Gazayê ve , Mahir Abu Sabha got ku wê derbend îro û sibê bê vekirin , lê tenê jibo derbasbûna xezayê.

Sabha xwest ku derbend bi temamî werin vekirin ji bo çûn û hatina Gazayê .

Hikûmeta Misirî ji ber metisîya êrîşan , zinarê ewlehiyê li ser sînorê xurtir dike.

XS
SM
MD
LG