Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Necîba Nacîb: Îraq Welatekî Bê Binyad e


Li demê şanda Herêma Kurdistanê xwe amade dike serdana Bexda bike, hikûmata Îraqî bernivîsa qanûna butceya sala 2015ê amade kiriye, da parlemana federal pesend bike. Lê divê hikûmeta navendî ligel Kurdan derbarê hinartina petrol kurdan û pirsa Pêşmerge rêk bikevin.

Endama Parlemana Îraqê ya Kurd Necîba Necîb di hevpeyvînekê digel Dengê Amerîka dibêje, sîyaseta hikûmeta Îraqî ya şaş bû eger ku rewşa welatî xirab bikeve û dewlet bêy binyad bimîne.

Herwisa xanim Necîba got, pêdiviya Îraqê bi Kurdan heye da ku kurtiya butceya sala 2015ê bi duristî pêk were, jiber ku ev bitenê bi riya hinartina petrola Kerkûkê ye û bê razîkirina Kurdan ev yek nabe.

hevpeyvin digel Necîba Nacîb
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:05 0:00

XS
SM
MD
LG