Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Boko Haram Êrîşî Bajarokekî Nejîryayê Dike


Shugaban Amurka Barak Obama ya sanya furanni a kan kabarin wani soja.<br />
&nbsp;
Shugaban Amurka Barak Obama ya sanya furanni a kan kabarin wani soja.<br /> &nbsp;

Rûniştvanên paytexta wîlayeta Yobe ya Nejîryayê dibêjin, rêxistina Boko Haram ya Îslamî êrîş kirine bajarokê wan û polîs kirine armanc.

Çekdaran îro Duşemê bi bombe û çekên giran êrîşî bajarokê Damaturu kirin.

Rûniştvan, di nav wan de xwendekarên Zanîngeha Yobe, xwe di nav daristanê de ji derveyî bajarokê bakurê Nejîryayê vedişêrin.

Nûçegihanekî televizyonê, ku ew jî di nav wan kesan de ye, ji Dengê Amerîka re got ku çekdar gihiştine navenda bajêr.

Dîdevanekî din jî ji Ajansa Fransî ya Npçeyan (AFP) re got ku bend û xalên kontrolê yên polîs ji aliyê çekdaran ve hatine wêrankirin.

Damaturu bûye navendek ji êrîşên herî hovane yên rêxistina Boko Haram ya terorîst, wekî komkujiya xwendekarên Zanîngeha Çandiniyê.

Vê dawiyê, Boko Haram asta êrîşên xwe yên kujer li Nejîryayê zêde kiriye.

XS
SM
MD
LG