Hinek rûpelên Facebookê ragihandin ku Gill Rosenberg, welatiya Kanadî-Îsraîlî ku ligel Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şer dike, ji aliyê çekdarên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) ve li Kobaniyê hatiye dîlkirin.
Lê rêberên YPG û Karbidestên Kurd vê van îdîayan red dikin
Îsmet Şêx Hesen, wezîrê parastinê yê Kantona Kobaniyê ji bo Dengê Amerîka ev agahî red kir û anî ziman ku, "ti şervaneke biyanî bi vî navî ku tevlî YPJ bûye negihaye kobaniyê."
Rojnameya Haaretz ya Îsraîlî ev nûçe ragihand, lê ti aliyekî fermî li Îsraîlê ev agahî tekez nekiriye.
Birêz Şêx Hesen agahiyê bi şekandina êrîşa DAÎŞê ve girê dide û dibêje, ev hewlidanên ji aliyê DAÎŞ ve tên kirin ji bo ew peywendiya di navbera Kobaniyê û koalisyona navnetewî de hilwîşine.