Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Can Kurd: Divê Kurdên Sûrî Derbasbûna Artêşa Tirkiyê Bitenê Qebûl Nekin


Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden li kombûna hefteya bûrî ligel Serokê Tirkiyê behsa şerê dijî çekdarên Dewleta Islamî li Sûriyê kir. Wî herwiha razîkirina Tirkîyê ji bo beşdariya di hevalbendiya navnetewî de gotûbêj kir.

Lê hikûmeta Tirkiyê daxwaza pêkanîna deverke ewle û şandina hêzan dike. Li beramber wê yekê Amerîka daxwaza bikaranîna bingeha leşkerî ya Încirlîk dike.

Di hevpeyvîneke Dengê Amerîka de ligel sîyasetvan û nivîskar Can Kurd dibêje, merema hikûmeta Tirk bi duristkirina devereke ewle ya cudakirî, lawazkirina Kurdan e û hewiha da ku destê xwe deyîne ser petrola herêma Cizîrê.

Birêz Kurd herwisa got, gerek e aliyên başûrê Kurdistanê Amerîkyan qayil bikin ku eger Tirkiyê derbasî Rojava bibe, divê Pêşmerge jî ligel hêzên wê bin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:10:46 0:00

XS
SM
MD
LG