Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama, Ashton Carter Wek Berbijarê Wezîrê Berevanî Destnîşan Dike


Ashton Carter
Ashton Carter

Karbidestekî Qesra Spî dibêje, cîgirê berê yê berpirsê Pentagone Ashton Carter wê wek berbijarê wezîrê berevanî were destnîşan kirin.

Karbidestê ku nexwest navê xwe eşkere bike dibêje, Serok Obama wê îro Înê ragihîne ku ew Carter wek namzedê wezîrê berevanî destnîşan dike.

Ashton Carter bi xwe fîzîkzan û pisporê çekên teknolojîya bilind e. Wî di navbera 2011 û 2013an de ji kirîna çekan jibo Penatagon berpirs bû.

Tê ragihandin ku Carter ji her du alîyên Kongresê xwedîyê piştgirîyeke xurt e.

XS
SM
MD
LG