Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girtina Çalakvanan li Amedê Hate Şermezarkirin


Piştî bûyerên protestoyên Kobaniyê li Amed û herêmê pêlên serdegirtina malan destpê kir û di nav du mehan de heta îro du hezar kes hatine desteserkirin û nuha 600 kes hîn jî destserekirî ne. Di nav wan girtiyan de, nêzî 40 zarok jî hene.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê çalakiyek lidarxist û operasyon û ew desteserkirin şermezar kir.

Hevserokê DBP a Amedê Alî Şîmşek daxuya kirin, bi hezaran kes jiber ku piştgiriya Kobaniyê û destkeftiyên getê Rojavayê Kurdistanê kirin, tên desterkirin. Wî got, "Hikûmeta AKPê piştgiriya DAİŞê dike û herî dawî ji ser sînorê êrîşek bombeyî li ser Kobaniyê pêk hat. Jiber ku têkilya DAİŞê û AKPê eşkere bû, li çar aliyên cîhanê êrîşên DAİŞê yên ser Kobaniyê hatin şermezar kirin ku bûyerên 6-7 Cotmehê encama vê nerazîbûnê ye." Hevserokê DBP a Amedê AKPê hişyar kir û got ev operasyon dikare bibe sedema bûyerên nexweş.

Protesto li Amedê
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:09 0:00

XS
SM
MD
LG