Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hewlek Xwekujî ya DAIŞ Ii Ser Mezarê Şerfedîn Biser Neket


Dawud Şêx Kalo: Eve çend rojin DAIŞ hewla hêrîşa dijî cihê pîroz didin lê wan karibûn rê li wan bigirin.

Milîtanên tundrê yên Dewleta Îslamî DAIŞ teqîneka xwekûjî li nêzîk mezarê Şerfedîn li Çiyayê Şengalê rû da, lê Şervanên Parastina Şingalê rê li hêrîşê girt. 3 terorîstên xwekuj otombêleka bombe kirî berve mezarê pîrozê Êzdiyan hajot lê berî bigeht armancê ew hat teqandin.

Rêberekî Şervanên Parastina Şingalê Dawud Şêx Kalo gote Dengê Amerîka, eve çend rojin terorîst hewla hêrîşa dijî wî cihê pîroz didin lê wan karibûn rê li wan bigirin. Wî got, di teqîna xwekujî de 3 şervan bisivikî birîndar bûn.

Ji bo guhdarîkirina dirêjiya hevpeyvîna Dexîlê Şemo digel Dawud Şex Kalo, faylê deng veke.

Daud Şêx Kalo
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:21 0:00

XS
SM
MD
LG