Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gotûbêjên NY Yên Guhertina Jîngehê Digihêjin Rêkeftinekê


Piştî qerbalexeke derengî şevê li konferanseke NY jibo guhertina jîngehê, danûstandkar Yekşemê zû gihiştin rêkeftinekê tê de bingeh hate danîn jibo peymaneke guhertina jîngehê ku sala bê li Parîsê tê giftûgokirin.

Rêkeftina ku bi navê Lima paytexta Peru cihê ku konferans lê pêk hat, tê nasîn, hate pejirandin çend demjimêran piştî ku ji aliyê welatên paşketî ve hatibû red kirin. Wan welatên dewlemend bi wê yekê tawanbar kir ku berpirsiya xwe jibo şerê germbûna cîhanî kêm dikin.

Di bernivîsa dawî de ew cuhahî hatin hilanîn, tê de hate gotin ku divê hemû welat berpirsiya germbûna cîhanî bavêjin ser milên xwe. Li ber welatên beşdar planên xwe yên niştimanî derbarê guhertina jîngehê pêşkêş bikin, berî ku konferansa berfirehtir Dîsembera bê li Parîsê pêk were.

Tevî gihiştina rêkeftinekê, hinek alî dibêjin ku ew gelekî lawaz e. Sereka Însyatîfa Programê Cîhanî jibo Piştgiriya Jîngehê, Samantha Smith yek ji wan kesan bû. Wê got ku zimanê ku di rêkeftinekê de hatiye bikaranîn gelekî lawaz e û ti agahiyên durist derbarê rewşa germbûna cîhanî pêkêş nake û wiha jî berpirsiya hemû welatan destnîşan nake.

Biryar bû konferansa Lima roja Îniyê bidawî bihata, lê jiber hinek cudahiyan li ser deqê rêkeftinê, wê heta îro Yekşemê dirêj kir.

XS
SM
MD
LG