Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban 130 Kesî li Pakistanê Dikuje


Karbidest li Pakistanê dibêjin, mîlîtanên Talîbanê 130 kes kuştine, bêtirî wan xwendekar in. Êrîş li dibistaneke bajarê Peşawer yê bakur rojavayê welêt pêk hat.

Karbidestekî xwecihî got ku di êrîşa îro Sêşemê de mîlîtanan bêtirî 100 kesên din li wê dibistanê birîndar kirine. Dibistan li jêr destê artêşê dihate birêvebirin.

Berdevkekî artêşa Pakistanê dibêje, hêzên ewlekariyê bi kêmî şeş mîlîtan kuştine. Karbidestekî xwecihî jî ji rojnamevanan re ragihand ku êrîşbiran cilên leşkerî li xwe kiribûn.

Serokwezîrê Pakistanê Newaz Şerîf êrîş şermezar kir û ew wekî trajediyeke niştimanî binav kir. Birêz Şerîf yê ku Sêşemê gihişte Peşawer, ewê hikûmet bi vî karî berberî neyê tirsandin. Wî herwiha soz da ku operasyonên leşkerî li dijî mîlîtanan berdewam bike. Serokwezîrê Pakistanî sê rojên behiya niştimanî jî ragihand.

Talîbana Pakistanê berpirsiya êrîşê xist stûyê xwe û got ku ev êrîş tolhildan bû li dijî êrîşên artêşa Pakistanê li ser herêmekê li nêzîk sînorê Afganistanê.

XS
SM
MD
LG