Rêxistina Cebhet el Nusra ya ser bi el Qayîde ve du bingehên leşkerî yên girîng li parêzgeha Idlibê xistin bin kontrola xwe. Ev yek di demekê de tê ku hêzên rejîma Esed hewil didin beşên din ji parêzgeha Helebê ya nêzîk Idlib ji destê opozisyonê derxîne.
Li gorî çavdêr didin xuyakirin, ev şerê li bakurê Sûriyê hewildanên nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî Stefan De Mistura jibo pêkanîna agirbestekê li Helebê, asteng dike. Birêz De Mistura pêşniyar kiriye ku agirbest li Helebê dikare bibe destpêka qonaxeke nû ji danûstandinên aştiyê di navbera aliyên şer yên Sûrî de.
Di vê derbarê de, parêzer û çalakvanê siyasî Mesûd Kaso ji Dengê Amerîka re dibêje ku bi hebûna rêxistinên çekdar wekî Nusra û Daîş, ne pêkane ye ku gotûbêjên aştiyê biserkevin. "Jiber ku opozisyon kontrola van herdu grûpan nake," wî got.
Birêz Kaso herwiha dide zanîn, tevî ku çareya leşkerî bêsûd, dê rejîm û opozisyon şerê xwe berdewam bikin, çûnkî çareya siyasî jî ne li ser maseyê ye.
Jibo guhdarîkirina dirêjahiya vê hevpeyvînê, fayla dengî ya jêrîn klîk bikin.