Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Êrîşî Bankayeke Afganî Dike û 10 Kes Dikuje


Mîlîtanên Talîbanê yên gumankirî avêtin ser bankayekê li herêma Helmand ya başûrê Afganistanê û 10 kes kuştin.

Karbidestên Afganî didine zanîn ku yek ji êrîşvanan xwe li ber derî peqand, yên din jî êrîşî nav bankayê kirin.

Hate ragihandin ku êrîş li Banka Kabul qewimî, dema karmenên hikûmetê li wê derê bûn ku mehanîyên xwe wergirin.

Karbidest herwiha dibêjin, di nav kuştîyan de kesên sîvîl û polîs jî hene û herî kêm 14 kesên din jî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG