Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Kurd Pêşketinan li Kobaniyê Bidest Dixînin


Kobanî.
Kobanî.

Karbidestekî Kurdê Sûrî û rêxistineke mafên mirov dibêjin ku şervanên Kurd hinek pêşketin li bajarê Kobaniyê li Rojavayê Kurdistanê bidest xistine, piştî şerekî giran ligel çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî.

Newaf Xelîl, berdevkê Partiya Yekîtiya Demoktrat (PYD), dibêje ku şervanên Kurd îro Şemiyê li şeş taxên Kobaniyê pêşketine û Navenda Çandî ya li jêr destê mîlîtanên Îslamî dorpêç kirine.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov jî dibêje ku hêza sereke ya Kurdên Sûrî ku bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tê zanîn, jimareke çekdarên Dewleta Îslamî kuştine.

Rêxistina Îslamî ya tundrê êrîşa xwe ya Kobaniyê li nîvê September (Êlûn) destpê kir û hinek beşên bajêr û jimareke gundên derdora wê kontrol kir.

Hêzên Kurd di hefteyên dawî de, bi alîkariya êrîşên asmanî bi serkêşiya Amerîka, çekdarên terorîst bi paş de vegerandine.

XS
SM
MD
LG