Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

New York Times: Gelek Şaştî di Raporteke FBI de Heye


Logoya FBI
Logoya FBI

Rojnameyeke navdar ya Amerîkî dibêje, vekolîneke navxweyî ya Buroya Vekolînên Federal (FBI) dide xuya kirin ku karmendên wê belge winda kirine û gelek şaştî kirine.

Rojnameya New York Times dibêje, kopiyek ji raporta FBI ya li ser vekolîneke navxweyî gihiştiye destê wê û tê de hatiye xuyakirin ku şaştî di nîvê 41 hezar belgeyan de hatine dîtin.

Rojnameyê got ku gelek problem di nav berhevdana belgeyên FBI û sîstema wergirtina agahiyan de hene.

Li gorî rojnameyê, raportê eşkere kiriye ku bêtir çek û kêmtir pere û bêtir du ton madeyên bêhişker li cem FBI hatine. Ev jî ne wek ku di belgeyên fermî de hatine eşkere kirin.

New York Times da xuya kirin ku FBI ji dozgeran re li seranserî welêt re digot ku ew dikarin van şaştiyan ji kesên doz li ser wan hene re bidin eşkere kirin.

Rojnameyê got ku çavdêran nivîsîbû ku piraniya van şaştiyan wekî şaştiyên mirovan hatibûn dîtin.

XS
SM
MD
LG