Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Boko Haram Dibe Gefeyeke Herêmî li Afrîka


Bi hezaran endamên rêxistina Boko Haram ya terorîst ji Nejîryayê derbasî Kameron dibin û êrîşan dibin ser bajarokên sînorî û karwanên leşkerî.

Li bakur, Boko Haram kesan ji welatê Chadê bikar tîne jibo kontrola xwe li bajar û gundên bakur rojhilatê Nejîryayê ferz bike.

Li welatê Nîger jî, hikûmetê krîzeke mirovahî ragihandiye û daxwaza alîkariya navnetewî kiriye jibo piştgiriya bi deh hezaran penaberên Nejîryayî ku jiber tundûtûjiya rêxistina Îslamî ji cih û warên xwe reviyane.

Bûyerên herêmî yên vê dawiyê nîşan didin heta çi radeyê Boko Haram bandor heye. Di pênc salên tundûtûjiya Boko Haram li Nejîryayê de, bi hezaran xelk hatine kuştin û bêtirî milyon û nîvek kes ji malên xwe hatine derxistin.

Seroka Beşê Afrîkayê li Grûpa Krîza Navneteweyî Comfort Ero dibêje, xembarî derbarê zêdebûna asta herêmbûna Boko Haram heye. Ew dide zanîn ku welatên herêmê nikarîbûn bi lez pênasînê bi metirsiya Boko Haram bikin.

Xanim Ero hişyarî da ku hevkarî di navbera welatên cîran de lawaz e. Wê got, “ti alî naxwaze agahiyan bi aliyên din re parve bike. Jiber ku bawerî bixwe di nav van welatan de di warê ewlekariya herêmî ya hevbeş de tune ye.”

XS
SM
MD
LG