Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Hindistanê Rexneyê li Partiya Serokwezîr Dike


Nexşeya Hindistanê.
Nexşeya Hindistanê.

Qanûndanerên Hindistanê îro Duşemê qerbalexek li parlemana welêt durist kirin, piştî tundrêyên partiya Serokwezîr Narendra Modî bi wê yekê tawanbar kirin ku ew bi zorê kêmaniyên olî tînin ser ola Hinduizmê.

Rastgirên ser bi Partiya Bharatiya Janata ya desthilatdar hefteya bûrî li seranserî Hindistanê rêwresmên berfireh lidar xistin, tê de Krîstiyan û Misilman dikirin Hindûz.

Lê belê, hinek Misilmanan paşê ragihand ku wan jiber tirsê ola xwe guhertiye. Ev yek jî parçebûna siyasî û olî li Hindistanê derdixîne, welatê ku bi salan tundûtûjî di navbera Hindûz û Misilmanan de derketiye holê.

Piraniya xelkên Hindistanê Hindûz in, lê jimareke baş ya Misliman jî lê heye û herwiha jimareke biçûktir ya Krîstiyanan.

Heta nuha, serokwezîrê Hindistanê Modî bêdeng maye û ti şirove li ser van bûyeran nedaye. Ew bixwe endamekî dêrîn e yê şaxekî ji wan herdu şaxên ku Misilman û Krîstiyanan dikin Hindûz.

XS
SM
MD
LG