Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şervanên Kurd Pêşketinên Nû li Kobaniyê Bidest Dixînin


Şervanên Kurd ketin nav taxekê de li bakurê bajarê Kobaniyê ku li jêr destê mîlîtanên Dewleta Îslamî bû û piştre navendeke kultûrî li wir kontrol kirin.

Çalakvan Mistefa Balî ku li Kobanî dimîne, ji ajansa Associated Press re got ku navenda kultûrî gelekî girîng e hem di warê moralî û hem jî yê leşkerî de.

Wî got, ew li ser girekî dikeve ku taxên rojhilat û başûr rojhilatê bajêr jê xuya dike.

Di van hefteyên dawî de, şervanên Kurd hinek pêşketin li nav Kobaniyê bidest xistine. Pêşmergeyên Kurdistana Îraqê û êrîşên esmanî yên Amerîkî di van operasyonan de piştgiriya wan dikin.

XS
SM
MD
LG