Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Azerbaycanî Êrîş Dibin Ser Ofîsa Radio Free Europe


Dozgerên dewleta Azerbaycanê îro Înê avêtin ser ofîsên dezgehên ragihandinê ku ji alîyê Amerîka ve tên finanse kirin.

Dozger dibêjin, biryara dadgehê heye ku ew nivîsgeh bêne daxistin.

Radyoya Ewropaya Azad/Radyoya Azadî (Radio Free Europe/Radio Liberty) ragihand ku herî kêm 10 dozger, bi piştgirîya polîsan ketin nav buroya wan li paytaxt Baku.

Radyoya Ewropaya Azad hin foto belav kirin ku tê dê dora 20 karmendên wê di binçavkirina polîsan de ne, dema legerîna ofîsê didome.

Berpirsê Radyoya Ewropaya Azad Nenad Pejic ew êrîş wek şikandina pîvanên navnetewî nav kir.

Ofîsa dozgerîyê ji Associated Press re got ku lêpirsîn jiber tawanên girîng tê kirin, lê ti hurgilîyên din nehatin dayîn.

XS
SM
MD
LG