Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reşîd Sofî: Pêşmerga Hêzeka Niştiman Perwere


Parêzgarê Nînewe bi merema lihevanîna bizavan jibo rizgarkirina bajarê Mûsilê serdana Herêma Kurdistanê kir, li vê dema ku Kurd nîgeran in ku pişkdariya hêzên Pêşmerge di azadkirina Mûsilê de bibe eger jibo şerê Kurd û Ereban.

Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka, rojnamevan Reşîd Sofî dibêje, kiryara azadkirina Mûsil bêy Kurdan serkeftî nabe, jiber ku hêza Pêşmerga hêzeke niştimanperwer e û diyar kiriye ku ne hêzeke doza tayifgeriyê dike û niha xelkê Mûsilê digel parêzgarê Nînewe daxwazê ji Kurdan dikin alîkariyê bikin.

Birêz Sofî da zanîn, herêma Kurdistanê naxwaze bibe behrek ji hevrikiya Sunne û Şia di Îraqê da, "bi baweriya min Pêşmerge xwedan bandor e û serederî ji aliyê hikûmeta Îraqî û welatên biyanî ligel tê kirin."

hevpeyvin digel Reşîd Sofî
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:42 0:00

XS
SM
MD
LG