Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sînemagerên Kurd li Rojên Sînemayê Piştevaniya Kobanî û Şingalê Dikin


Bi hevkariya Mala Sînemayê û Koma Sînemaya Kurdî ya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, li Stenbolê rojên pêşandana fîlmên derhênerên Kurd birêve diçin.

Fîlmên Kurdî di Rojên Sînemayê de, bi mebesta Roja Sînemayê ya Cîhanî 28’ê meha 12 û piştevaniya berxwedana Kobanîyê û Şingalê têne pêşandan.

Piştî 3 rojên pêşandana fîlman, heman çalakî li Şaxê Weqfa Beşîkçî ya Amedê jî berdewam dike.

Pêşandana roja Înîyê rastî eleqeyeke baş ya temaşevanan hat ku 6 kurtefîlmên derhênerên Kurd hatin pêşandan.

Berpirsê Dezgeha Sînemageran li Silêmaniyê anku Mala Sînemayê Zana Heme, li ser vê çalakiya hunerî ji Dengê Amerîka re wiha peyivî:

“Sînema rengekî raperînê ye ku me jî xwest bi rojên pêşandana fîlman bi taybet piştevanîyeke manewî bidin berxwedana Kobanîyê.”

Wî got, ‘Em dixwazin bi rêya sînemayê û piştevanîya sînemegerên parçeyên din peyama xwe bigihînin derveyî Kurdistanê.’

Berpirsê Koma Sînemaya Kurdî Mihemed Gozutok jî ji Dengê Amerîka re da xuya kirin, “Wek sînemagerên Kurd me xwest bi pêşandana van fîlman sînorên navbera xwe têk bibin.”

Sînemager Gozutok, balê kişand ser ku sînema rêbazek e jibo rizgarkirina miletan.

“Niha dema em vê pêşandana fîlman dikin jî li Kobanê û Şingalê Kurd li hember terorîstên DAIŞ’ê şer dikin ku me xwest balê bikişînin ser.”

Hêjayî gotinê ye, di çarçoveya Rojên Sînemayê de 20 fîlmên li ser babetên cuda yên jiyana Kurdan têne nîşandan ku derhênerên wan fîlman ji beşên cuda yên Kurdistanê ne.

Rojên Fîlmên Kurdî
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:35 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG