Keça 15 salî ya bi navê Hemrîn Îdê 23ê vê mehê ji aliyê çekdaran ve li bajarê xwe Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê hate revandin.
Malbata wê dibêje, zorî lê hatiye kirin ku tevlî Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bibe da ku ligel wan şer bike.
Di vîdyoyekê de ku dawiya hefteyê li ser înternetê hate weşandin, Hemrîn derdikeve û dibêje ku temenê wê 18 salî ye û ew bi viyana xwe tevlî YPJ bûye. Lê malbata wê dibêje, zor lê hatiye kirin ku vê yekê bibêje, jiber ku belge li cem wan hene ku temenê wê yê rast nîşan didin.
Ji bo bêtir agahî li ser çîroka Hemrîn Îdê, li vê hevpeyvîna ligel birayê wê Merwan Îdê guhdarî bikin.
Embed
share
Embed
share
The code has been copied to your clipboard.
The URL has been copied to your clipboard
No media source currently available
Direct link