Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daîş Berpirsiya Êrîşeke Xwekuj li Îraqê Dixe Stûyê Xwe


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Rêxistina Dewleta Îslamî (Daîş) îro Sêşemê berpirsiya êrîşeke xwekuj li ser konekî behiyê li bakurê Bexdayê xiste stûyê xwe. Di encama wê êrîşê de ku roja Duşemê pêk hatibû, 16 kes miribûn û 34 birîndar bûbûn.

Di êrîşa Duşemê de, êrîşbirê xwekuj behiya bavê du endamên mîlîşyayeke Sunnî ya ser bi hikûmetê ve kire armanc. Rêxistina Daîş piraniya caran Şîa dike armanc, lê caran jî êrîşê dibin ser Sunniyên hevpeyman bi hikûmeta Şîa re.

Li gorî Hisên Elî, dîdevanê wê êrîşê, êrîşbirê xwekuj bi cilê Şîa derbasî bin kon bû û paşê xwe li wir teqand.

Dewleta Îslamî ya terorîst berpirsiya êrîşê li ser hesabê xwe yê malpera Twitter ragihand.

XS
SM
MD
LG