Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad di Şevan Sala Nû de Çû Enîya Şer


Medya dewletî ya Sûrî îro Pêncşemê ragihand ku Serokê wî welatî Beşar Esad di şeva sere salê de çû enîyeke şer li rojhilata paytaxt Şam.

Televîzyona dewletê hin dîmen nîşan dan ku Esad şeva Çarşemê li taxa Cibar ligel leşkeran û çekdarên ser bi rejîma wî ve şîv dixwar.

Hêjayî bîrxistinê ye ew tax di nav çend mehên borî de, dibe qada şerên giran yên navbera hêzên Esad û şervanên opozîsyonê.

Ji destpêbûna şerê navxweyî vir ve Esad kêm caran derketiye pêş bîra giştî û cara dawî ew di Tebaxa 2013an de çûbû devereke derveyê Şamê.

Şerê navxweyî yê Sûrîyê ketiye sala çaran û heta niha dora 200.000 kes ji tundîya berdewam de hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG