Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meksîm Îsa: Plana Rûsya Ya Aştiyê bi Sernakeve


Rûsya mîna lîstikvaneke sereke ye di nav krîza Sûrî de ku rola wê ya girîng di herdu platformên Cinêvê de hebû, mîna alîgira rejîma Sûrî û serokê wê Beşar Esed.

Nuha jî Mosko plana xwe ya aştiyê daxistiye ser maseyên gifûgoyan di nav rikberî û rejîma Sûrî de.

Di hevpeyvîneke rojnamevan Meksîm Îsa de bi Dengê Amerîka re plana Rûsya dide nasîn mîna lîstikek siyasî bê ku ti hêviyên serketina wê diyar bike. Birêz Îsa got ku Rûsya dixwaze derfetê bide Beşar Esed ji bo berdewamiya wî li ser desthilatê.

Birêz Îsa herwisa got, wê di pêşerojê de Sûriye weku ciyografya nemîne, ew ber bi perçebûnê diçe û li ser rola Kurdan jî dibêje ku ew herdem dereng dimînin ji biryaran û ne xwedî ti rol in di biryarên serekî di nav giftûgoyên navnetewî de.

ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, fermo vî faylê deng klîk bike

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:29 0:00

XS
SM
MD
LG