Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporteke Taybet li ser Bizavên Berdewam ji bo Dîtina Parçeyên Firoka AirAsia


Tîmên vêkolîn û derxistnê ya Îndonesyayê ku li parçeyên firoka AirAsia digerin, 2 Perçeyên mezin li bin ava Deryaya Java bicî kirin, ku ew 30 metreyan di bin avê de ne.

Malbatên qurbaniyên Îndonesyayî çavdêriya encamên tîman dikin û hêvî dikin ku ew karibin termên wan qurbaniyan ji bin avê derxînin .

Onko Gunwan, yek ji malbtên wan qurbaniya ye, dibêje:

Em dilxweş û dilrehet bûn bi dîtina parçeyên din ji firokê, ji ber ku ev bûye 6 rojên vê bûyerê qewimî ye. Em dixwazin bilez nasnemeya wan terman nas bikin, ta em karibin cenazetan wergirin. Ji ber ku ji wilo dirêjtir bibe wê nasnameya wan terman neyên naskirin.”

Serokê Operasyona lêgerînê Bambang Solistyo ji rojnamevana re got, ku ew hewil didin ta ku karibin wêneyê perçeyan bigirin bi riya amîrên bin-avê ku bi rêmotên ji-dûr ve tên kontrol kirin.

Herwisa jî karbidest dibêjin, lêgerîna ji bo dîtina zaneyariyên tomarên dengî yê Firokê, hîna bi serneketine, di derbarî wê de yek ji wan karbidestan dibêje:

Ger gelek qeyîk li ba te hebin di wê deverê de, bê guman wê qerebalixê çêbikin, ji ber ev av ne gelekî kûr e, ev aveke gelekî girrek e. 30 ta 40 metrî kûrbûna wê ye."

Lê li gorî pisporên rewşa seqayê, astengî di riya lêgerînan de hene û wê dereng bimîne ta roja Yekşemê, ji ber baranên boş û rewşa seqayê.

Tê zanîn ku Airbusa bi navê A320 ku 162 rêwî hilgirtibûn, Yekşema bûrî ji radaran ve hate windakirin.

ASIA MISSING PLANE CNPK.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:44 0:00

XS
SM
MD
LG