Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Libnan Dest bi Sînorkirina Hatina Sûriyan Dike


Penaberên Sûrî li Libnanê.
Penaberên Sûrî li Libnanê.

Hikûmeta Libnanê îro Duşemê dest bi sînorkirina hatina Sûriyan li nav welêt destpê kir, bi riya danîna astengiyên bêhempa li ser derbasbûna wan.

Ev gav hat, piştî ku Beyrût ragihandibû ew nema dikare rewşa penaberên Sûrî kontrol bike.

Ji nav hemû welatên cîranên Sûriyê, Libnan ya herî zêde ziyan ji şerê navxweyî li Sûriyê dîtiye. Welatê biçûk yê xwedî 4 milyon û nîv kes, dora 1 milyon nîv penaberên Sûrî hewandiye. Vê yekê jî hiştiye ku gelek kêmasiyên abûrî li Libnanê derkevin.

Karbidestên Libnanî dibêjin, ew nema dikarin bêtir penaber ji Sûriyê wergirin. Ew texmîn dikin ku ji wan 1.5 milyon penaberan, dora 1.1 milyon li cem ajansa NY ya penaberan (UNHCR) tomarkirî ne.

Wezîrê Hundir yê Libnanê Nîhad Meşnûq li ser televizyoneke xwecihî got, “me têra xwe penaber hene. Em nema dikarin bêtir penaberan bihewînin.”

Yasayên nû ku îro Duşemê karîger bûn, li ser hemû Sûriyan ferz dikin ku bi vîza derbasî libnanê bibin. Ev yek jî rê li ber penaberan digire ku derbasî Libnanê bibin.

Şemiya bûrî, balyozê Sûriyê li Libnanê Elî Ebdulkerîm bang li hikûmeta Libnanê kir ku hemahengiyê di van yasayên nû de ligel Şamê bike.

XS
SM
MD
LG