Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îshak Tepe Li Ser Jiyana Sîyasî ya Murat Bozlak Dipeyive


Murat Bozlak.

Sîyasetvanê Kurd Parlemanterê bajarê Edenê yê HDP’ê Murat Bozlak ku li nexweşxaneya Guven ya Enqerê ev demeke dirêj e jiber nexweşiya pênceşêrê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Murat Bozlak, wekî kesayetiyeke girîng di siyaseta Kurd ya li Tirkîyê de tê naskirin ku ji sala 1991’ê ve li partiyên DEP, HEP û HADEP’ê wekî rêvebir û serok kar kiribû.

Birêz Bozlak, piştî ku Partiya Aştî û Demokrasîyê (BDP) navê xwe guhert jî wek Parlemanterê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Edenê xebata xwe ya siyasî berdewam dikir.

Rewşenbîr û nivîskarê Kurd Îshak Tepe ku demekê ligel Birêz Bozlak di girtîgehê de mabû û li dema Seroktîya wî ya HADEP’ê rêvebirê partiyê bû, ji Dengê Amerîka re behsa têkoşîn û kesayetîya wî dike.

“Murat Bozlak li demên herî zehmet di siyaseta Kurd de têkoşîneke gelekî zor daye. Ew kesayetiyeke pir dirûst û bi rûmet bû.”

Nivîskar Tepe, bi Birêz Bozlak re bi bîr dixe û dibêje, “Ew siyasetvanekî têr û tije bû û her ku serokê partiyê bû jî gelekî dilnizm bû li hember me.”

Birêz Tepe behsa serpêhatiyên xwe yên li girtîgehê yên bi Murat Bozlak re dike.

“Birêz Bozlak bi her awayî Kurdperwerekî pir fedakar bû. Her çiqas ew Kurdên sirguniya Anatoliya Navîn in jî dema dayika wî dihat serdana zindanê tenê bi Kurdî pê re dipeyivî.”

Piştî wefata Bozlak, serok û rêvebirên partiyên siyasî yên Kurd û Tirkîyê peyamên sersaxiyê ragihandin.

Cenazeyê Murat Bozlak, sibe piştî merasîma li ber Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) wê li gundê wî yê bi navê Aktaş ku girêdayî Şereflîkoçhisar a Enqerê ye were veşartin.

Siyasetvanê Kurd Murat Bozlak ku dema koça dawî kir 62 salî bû heta niha jî bi awayekî çalak di nav xebatên siyasî de cî digirt.

Ew ji xeynî dozên lê hatibûn vekirin û ketina zindanê, li sala 1994’an jî rûbirûyî êrîşeke çekdarî hatibû ku hê jî yek ji wan guleyan di bedena wî de bû.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:21 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG