"Ez bi xurtî êrîşa hovane hember kovara Charlie Hebdo li Parîsê şermezar dikim ku tê ragihandin 12 kes tê de hatin kuştin.
Dilê me û duayên me, di vê dema dijwar de, bi qurbanîyên vê êrîşa terorîstî û bi gelê Fransa re ye.
Fransa hevalbenda herî qadîm Amerîka ye û di şerê dijî terorê de, ku gefan li ewlehîya me ya hevbeş û cîhanê dike, tim li kelêka me sekinî. Pir caran gelê Fransa jibo heman nirxên gerdûnî ku gelê me jî berevanî lê kir, rabûn ser pêyan.
Fransa û bajarê hêja ya Parîs ku ew êrîşên qirêj lê qewimîn, ji tevahîya cîhanê re nîşan didin ku nêrîn û kiryarên wan kujêran çiqas gemar û tijî nefret in.
Em ligel karbidestên Fransî di peywendîyê de ne û min biryar daye rêvebirîya xwe ku hemî alîkarîyên pêdivî pêşkêş bikin ku ew terorîst bêne pêş dadwerîyê."