Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêvegera Sîyasî û Gotûbêjên Nav ENKS


Nûnerên sê partîyên dûrxistî di civîna çepemenîyê de xuya dibin (Foto: www.Welati.net)
Nûnerên sê partîyên dûrxistî di civîna çepemenîyê de xuya dibin (Foto: www.Welati.net)

Li bajarê Qamişlo ENKS civînên xwe bêyî her sê partîyên dûrxistî berdewam dike.

Cîgirê Serokê ENKS Nimet Dawid ji Dengê Amarîka re ragihand hevdîtin di navbera ENKS û TEV-DEMê berdewam dikin.

“Em nerînên xwe derbarê mijarê dûrxistina her sê partîyan bi hevre hevpar dikin, em hazir in ku em her sê alî civînekê hevbeş lidar bixin ."

Bi alîyekî din ve, ENKS di nava Hevpeymanîya Niştîmanî ya Opozisyona Sûrî de cihê xwe digre û nûnerên ENKS di nav desteyên itlafê hene.

Bi mebesta cîhkirina biryara dûrxistina her sê partîyan ji hemû sazîyên ku ENKS tê de cihê xwe digre, ENKS nameyek ji heveymanîyê re şand ku nûnerên partîyên dûrxistî nûnertîya wê nakin.

Endamê ENKS Mihsên Tahir ji Dengê Amerîka re şandina wê nameyê piştrast kir:

"Me name jibo Îtîlafê şand û wan jî li gor daxwaza me ev biryar cîh anî û endamên dûrxistî ji ENKS nema tevlî civînên Îtîlafê dibin."

Endama Kurd ya di Hevpeymanîya Niştîmanî ya Opozisyona Sûrî Xanim Hîvaron Şerîf ji dibêje heta niha ew di cîvînan de hazir dibin, lê hîn ne dîyar e wê çi demê werin dûrxistin .

Serokatîya Herêmê Kurdistanê, li gor Serokê PDK-S Siûd Mele mijara nakokîyên navxweyî yên ENKS dişopîne. Mele dibêje ku birêz Barzanî li her du alîyan guhdar dike, lê heta niha ti helwest dîyar nekirîye .

Lêvegera sîyasî hîn qonaxa çareserkirina nakokîyên ENKS yên navxweyî derbas nekirîye.

Hin çavdêrên sîyasî dibêjin çareserkirina wê bi mayîna her sê partîyan di nav lêvegera sîyasî de, lê ne di bin navê ENKS de.

Eger wiha bû, her sê partî di Lêvegera sîyasî xwedî nûner bin û hejmara giştî ya 30 kesan bibe 33 kes.

ZO_1_8_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:43 0:00

XS
SM
MD
LG