Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Kanadî Du Birayan jiber Tawanên Terorê Digire


Ji ber jimareke tawanên terorî, polîsê Kanadayê du kesên birayên hev girtin, lê ti hûrgîlî derbarê karên wan yên terorîstî nedan.

Polîsê Kanadî di daxuyaniyekê de ragihand ku herdu birayên cêwî yên 24 salî, Ashton Carleton Larmond û Karlos Larmond, roja Îniyê hatin girtin piştî vekolîneke tawankarî ya niştimanî.

Ashton Carleton bi rêdana çalakiyên terorîst li Kanadayê hate tawanbar kirin, û birayê wî Karlos bi hewildana beşdariya li karekî terorîstî derveyî Kanadayê hate tawanbar kirin.

Polîsê Kanadî herwiha ragihand ku Karlos li firokxaneya Montreal ya navneteweyî hate girtin, dema li ber bû çûba derveyî welêt jibo mebestên terorîstî. Ashton jî li bajarê Ottawa hate girtin.

Li meha Oktoberê, du leşker di du êrîşên cuda de li Kanadayê hatin kuştin. Ew êrîş wekî terorîstî ji aliyê desthilatdaran ve hatin eşkere kirin.

XS
SM
MD
LG