Li bajarê Qamişlo çend hunermendên Kurd navendek ji bo pêşxistina hunera dîmenî bi navê Hunergeha Welat ava kirine.
Şêro Hindê derhênêrê sînemayî û hevalên xwe rêvebiriya navendê dikin.
Şêro hindê ji bo Dengê Amerîka sedemên avakirina navenda hunerî şirove kir: "Hunergeha Welat ji bo berhemên kurtefilm û belgefilman e. Herwiha hewl dide ku bingehekê ji bo sînema li Rojavayê Kurdistanê ava bike."
Di dema dawî de li Qamişlo çend belgefiim û kilîp ji berhemên hunergehê hatin derxistin .
Xoşman Qado kamîramanê hunergehê rewşa hunera dîmenî li Rojava tîne zimên û dibêje ku pêdivî bi kesên şareza heye da li ser karên sînema û belgefliman rawestin.
Hunergeh bang li hemû hunermend biyan dike ku werin alîkariya wan di vê bizavê de bikin.