Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Kêmî 30 Pêşmerge di Şerê Gwêrê de Hatin Kuştin


Çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî (Daîş) ya terorîst hewil didin ku bajarokekî ji dest hêzên Pêşmerge derxînin û di encama vê hewildanê de bi kêmî 30 Pêşmerge hatine kuştin.

Şerê li ser bajarokê Gwêr nîşan dide ku rêxistina terorîst hîn karîn û şiyan heye ku êrîşan li Îraqê pêk bîne, tevî kempeyna êrîşên asmanî bi serkêşiya Amerîka.

Berdevkê hêzên Pêşmerge Helgurd Hikmet got ku şerî roja Şemiyê destpê kir, li vê dema ku çekdarên terorîst nêzîkahî li bajarokê Gwêrê dikirin. Birêz Hikmet got ku ti agahî derbarê jimara kuştiyan li nav Daîş tune ye.

Hêzên Kurd bi piştgiriya êrîşên asmanî yên koalisyonê li Tebaxa bûrî Gwêr ji destê çekdarên Daîş derxistibû.

XS
SM
MD
LG