Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Libnanê Digire Ser Zindanekê li Beyrûtê


Rûmiyê, zindana herî mezin li Libnanê.
Rûmiyê, zindana herî mezin li Libnanê.

Polîsê Libnanî girt ser zindaneke navdar wekî beşek ji operasyonekê li ser girtiyên ku karbidest dibêjin destê wan di teqîna kujer de ya roja Şemiyê li Terablusê heye.

Helîkopter îro Duşemê li jor asmanê Zindana Rûmiyê li rojhilatê Beyrûtê firiyan, li dema ku polîs ketin hundirê zindanê û grûpeke girtî ji beşekî wê birin beşekî din.

Di encamê de, hinek girtiyan doşekên xwe wekî şêweyekî protestoyê şewitandin.

Wezîrê Hundir yê Libnanê Nîhad Meşnûq got ku desthilatdaran guhdariya peywendiyên telefonî di navbera girtî û mîlîtanên ji derve de kirine.

Di êrîşa Şemiyê li Terablusê de du êrîşbirên xwekuj xwe li çayxaneyekê li taxa Cebel Musin ya piranî Elewî teqandin. Di encama herdu teqînan de bi kêmî 9 kes hatin kuştin û 37 kesên din birîndar bûn.

Cebhet el Nusra ya ser bi el Qayîde ve berpirsiya êrîşê xist stûyê xwe.

XS
SM
MD
LG