Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Rewşa Girtiyên Nexweş di Metirsiyê de Ye


Girtiyên ku di dema dawî de mirine.

Di nav çend hefteyên dawî de, li girtîgehên cuda yên Tirkîyê 5 girtîyên nexweş ligel hemû serlêdanên jibo azadkirin û dermankirina wan jiyana xwe ji dest dan.

Di raporta herî dawî ya Komela Mafê Mirovan (IHD) de, tê eşkerekirin ku li zîndanên Tirkîyê 248 girtîyên nexweşîya wan giran, bi tevahî 680 girtîyên nexweş hene.

Sazî û rêxistinên sivîl yên li Tirkîyê jiber rewşa xeter ya bi sedan girtîyên nexweş dilgiran in û banga hişyariyê dikin.

Hevserokê Komeleya Hevgirtina Malbatên Girtiyan (TUHAD) yê tayê Stenbolê Arif Yilmaz, ji Dengê Amerîka re got, “Girtiyên nexweş jiber xemsariya karbidestan û tunebûna hevsengiyê di navbera saziyên têkildar jiyana xwe ji dest didin.”

“Karbidestên dewletê pir arzan li pirsa girtiyên nexweş dinêrin. Jiber ku di navbera saziyan de ti hevsengî tune, girtîyên ku biryar hatiye standin werin berdan jî li zindanan jiyana xwe ji dest didin.”

Hevserokê TUHAD’ê banga hestîyariya zêdetir jibo rewşa girtiyên nexweş kir û helwesta li hemberî girtiyên nexweş jî wek durûtî nirxand.

“Çend roj berê 5 girtîyên nexweşîya wan giran ji girtîgeha Metrîs ya Stenbolê birin nexweşxanê, lê leşkeran ew derb kirin. Li şûna girtî werin dermankirin lêdan xwarin û ew paşve vegerandin girtîgehê. Bi ser de jî bi sedema ku heqaret li leşkeran kirine rêvebirîya girtîgehê doz li wan girtiyên nexweş vekir.”

Wî got, “Jiber ku ev pirseke wijdanî ye, pêwîst e jibo azadkirina girtiyên nexweş bilez gav werin avêtin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:47 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG