Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis li Fîlîpînê Bi Germî Hate Pêşwazî Kirin


Papa Francis îro Pêncşemê li Fîlîpînê, ku mezintirîn welatê Katolîk yê Asya ye, ji alîyê girseyên mezin ve bi germî hate pêşwazî kirin.

Şênîyeke mezin ya xwendekaran bi govend xêrhatina Papa Francis kirin, dema wî ji firokê peya bû û Serokê Fîlîpînê Benigno Aquino silav kir.

Bi hezaran hemwelatî li cadeyên paytaxt Manila kom bûn û bi stran û kêfxweşî konvoya rêberê olî pêşwazî kirin.

Papa Francis di rêwîtîya Fîlîpînê de, li nav firokê bi rojnamevanan re peyîvî û êrîşên terorîstî yên hefeya borî li Fransa nirxand.

Wî berevanî li azadîya ramanê kir û ew wek mafekî bingehîn nav kir. Lê, wî hişyarî da ku divê rêz li ol û bawerîya mirovên din bêne girtin.

XS
SM
MD
LG