Ajansa AP ragihand ku jimareke hemwelatîyên Tirk di nimêja Înê de li Stenbolê kom bûn û Cherif û Said Kouachi bi bîr anîn ku di êrîşeke de li Parîsê 12 kes hefteya borî kuştibûn.
Dora 160 kes ku bi tevahî ji zilaman pêk dihatin, diruşma “Allahû Ekber” qerîyan û wêneya rêberê El Qayde Osama bîn Ladîn di alîyekî û yên Kouchai birayan jî di alîyekî din de bilind kirin.
***
Hin xwenîşandêrên din jî posterên bi nivîsa “Em Hemî Cherif in”, “Em Hemî Said in.” bilind kirin.
Ew çalakî di demekê de tê ku Fransa û Almanya îro Înê herî kêm 12 kes , bi gumana peywendîya ligel Dewleta Îslamî desteser kirin û îstasyoneke trenê, jiber tirsa êrîşeke terorîstî vala kirin.