Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêkolînên Amerîkî: 2014 Sala Herî Germ bû ji 1880 de


Du lêkolînên serbixwe yên zanyarî li Amerîka roja Îniyê hatin belav kirin ku tê de tê gotin ji sala 1880î de, 2014 sala herî germ li cîhanê bû.

Zanyarên ajansa asmanî ya Amerîkî (NASA) di lêkolînê de jibo Enstituya Goddard ya Lêkolînên Asmanî de li New Yorkê, dibêjin ku rêjeya germahiyê sala 2014, 14.68 li ser pîvana selsyus bû. Ev jî bi 1.22 dereceyan ji rêjeya sedsala 20 bêtir bû.

Ji aliyê xwe ve, Rêvebiriya Niştimanî ya Okyanosî û Atmosferî gihişt encamekê ku rêjeya bilindbûna germahiyê 14-52 dereceyên selsyus bû.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry jî do Îniyê got ku tişta balkeş her kes mat maye ku 2014 sala herî germ bû. Wî got, ev bûye demeke gelekî dirêj ku zanist behsa vê yekê dike.

XS
SM
MD
LG