Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Japonê Serdana Rojhilata Navîn Dike û Soza Alîkariyê Dide


Shinzo Abe.
Shinzo Abe.

Serokwezîrê Japonê Shinzo Abe soz daye ku 2.5 milyar dolar wekî alîkariya neleşkerî pêşkêşî welatên Rojhilata Navîn bike, li dema ku wî geşteke herêmî destpê kir, tê de serdana Misir û welatên derdorê dike.

Li Qahîre îro Şemiyê, rêberê Japonî herwiha soz da ku 200 milyon dolar wekî alîkariya neleşkerî bide welatên ku ziyan ji tundtûjiya mîlîtanên Dewleta Îslamî dîtine.

Di gotûbêjekê de ligel komeke kardar û karbidestên hikûmeta Misirî û Japonî, birêz Abe got ku ev pere dê herin jibo alîkariya mirovahî û pêşxistina binçîneyê li seranserî herêmê.

Serokwezîrê Japonê da zanîn ku eger em rê bidin teror û çekên wêrankirina berfireh li vê herêmê belav bibin, ziyan ligel wan tên jibo civaka navneteweyî dê neyên pîvan kirin.

Birêz Abe dê herwiha serdana Urdun, Îsraîl û herêmên Filestînî dike, wekî piştgirî jibo gotûbêjên aştiyê yên Îsraîlî Filestînî ku ev bûye demek hatine rawestandin.

XS
SM
MD
LG