Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Adil Nûrî: Deverên Madeya 140 bi Xwînê Hatine Azadkirin


Daxuyaniyên aliyên siyasî li Îraqê li ser azadkirina deverên derveyî desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêjin, herçend e Pêşmergeyên Kurdistanê ev rizgar kirine, lê nayê wê wateyê ku ew bûne parçeyek ji axa Kurdistanê.

Di hevpayvînekê de ligel endamê parlemana Îraqî li ser lista Yekgirtû Îslamî Adil Nûrî dibêje, em li ser van gotinan bêdeng nabin û gerek e hikûmeta Herêma Kurdistanê bi qanûnê bersivê bide.

Birêz Adil got, deverên madeya 140 ya destûra Îraqê bi xwîna xortên Kurdan hatin azad kirin û ew dever behreke xaka Kurdistanê ne û nuha vegeriyane bo Kurdistanê. Eger karbidestên Îraqî berdewam bin li ser van gotinan gerek e Kurd êdî bêdeng nebin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:16:17 0:00

XS
SM
MD
LG