Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

6 Milyon Kes li Filîpînê Pêşwaziya Papa Francis Dikin


Papayê Vatîkanê îro Yekşemê li Filîpînê serkêşiya nivêjekê ligel bi milyonan kes li paytexta welêt Manila kir, li jêr baraneke aram.

Îro roja dawî ye ji serdana papa Francis ya çar roj bo Filîpînê. Desthilatdarên Filîpînî dibêjin, dora 6 milyon kes li kolanên Manila kom bûbûn, li hêviya karwanê Papa Francis ku di ber wan re derbas bibe. Ev jimar jî ji jimara 5 milyon bêtir bû dema ku Papa John Paul yê Duwem di sala 1995ê de hatibû heman bajarî.

Di gotara xwe de, Francis bang li xelkê Filîpînê kir ku wan sîstemên civakî red bikin jiber ku hejarî, nezanî û gendeliyê bi xwe re tînin. Wî herwiha ev babet ligel Serokê Filîpînê Benigno Aquino û karbidestên din jî gotûbêj kir.

XS
SM
MD
LG