Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êzîdiyên Bakur Meclîsa Xwe Ava Dikin


Êzdiyên Bakurê Kurdistanê di bin banê Kongreya Civaka Demokratîk de meclîsa xwe ava kirin. Îlankirina meclîsa Êzdîyên Bakurê Kurdîstanê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re hat eşkere kirin.

Berpirsa Maclîsê Leyla Ferman daxuyanî xwend û da zanîn meclîs ji 29 endaman pêk tê ku hemî ji heremên cuda yên bakurê Kurdistanê ne.

Xanim Ferman got, ew dizanin êrîşa Şengalê, êrîşa herî giran ya dîroka Êzîdiyan e û ne tenê çeteyên DAİŞ, lê belê hemû hêzên ku alîkariya wan dikin berpirsyar in. Wê spasiya xwe li gelê Bakur û Rojavayê Kurdistanê kir ku li Şengaliyan xwedî derketin.

Meclîsê bang li hemû Êzdiyan kir ku li axa xwe ya pîroz li Şengalê xwedî derkevin. Herwiha Meclîsa Êzdîyên Bakur, avakirina Meclîsa Şengalê ya demkî pîroz kir.

Meclîsa Êzdiyên Bakurê Kurdistanê bang li raya giştî û hemû saziyên navneteweyî kir kû piştgirtî bidin jiyaneke azad jibo Êzdiyan.

Êzîdiyên Bakur
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:12 0:00

XS
SM
MD
LG