Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevşaredarê Amedê Anli Alozîya bi DEDAŞ'ê re Dinirxîne


Firat Anli

Şîrketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) jiber deynên berê yên beldeyên li ser bajêrvanîya Amedê, elektrîka kargehên ava paqij û ava pîs ya bajêr jî birîbû.

Jiber wê kêşeyê alozîyeke mezin di navbera şaredarî û kompanya DEDAŞ hebû û ew problema heyî bandorên neyênî li ser rûniştvanên bajêr dikir.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Hevserokê Şaredarîya Mezin ya Amedê, Firat Anli hurgilîyên wê kêşeyê dide û dibêje, kiryarên DEDAŞ ne rêwa û neqanûnî ne û mafê wê tuneye ku gelê Amedê bê av bihêhe.

Anli mizginî dide gundarên me ku dadgeheke li Dîyarbekirê îro biryarek standiye ku DEDAŞ nikare ava bajêr bibire û tendirûstîya gel bavêje xeterê.

"Piştî biryara mahkemê, DEDAŞ jibo hevdîtinekê ji me randevu xwest. Me jî got heta ku hun cereyanê bernedin em bi we re rûnanin. Niha elektrîka bajêr heta berdan."

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:10:45 0:00

XS
SM
MD
LG