Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Mêvandariya Gotûbêjên Aştiyê Yên Sûrî Dike


Sergey Lavrov, wezîrê derve yê Rûsya

Wekî beşek ji jinûve destpêkirina gotûbêjên aştiyê, Rûsya mêvandariya delegasyonên Sûrî li Mosko dike jibo peydakirina çareseriyeke siyasî li welatê ku ev çar sal in şerê navxweyî lê çê dibe.

Karbidest dibêjin, armanca gotûbêjên çar roj ku Duşemê destpê dikin, ew e ku bingehekê jibo konferanseke nû wekî herdu konferansên Jinêvayê deyîne. Ew konferansên ku Neteweyên Yekbûyî sponseriya wan dikir, hindek pêşketin bidest xistibûn.

Pêşbîniyên li ser van civînên Mosko ne gelekî bilind in, li vê dema ku grûpa opozisyona Sûrî ya sereke ew boykot kiriye û pirs hene çawa rêkeftinekê were peyda kirin li nav grûpên cuda yên ku şerê hikûmeta Sûrî dikin.

Di hevpeyvînekê de ku îro Duşemê li kovara Amerîkî ya Foreign Affairs belav bû, Serokê Sûrî Beşar Esed dibêje, ‘her şerek bi çareseriyeke siyasî bidawî dibe’, lê ew gotûbêj divê bi opozisyoneke Sûrî ya rastîn re were kirin’, ne ku opozisyonek ku ji aliyê ‘Qeter, Erebistana Saudî û welatên Rojava ve tê kontrolkirin.’

XS
SM
MD
LG