Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amed Rizgarkirina Kobaniyê Pîroz Dike


Piștî agahiya rizgarkirina Girê Kaniya Ereban, hêviya rizgarkirina seranserê bajarê Kobaniyê, di nav Kurdan de kêfxweşiyeke mezin çêkir.

Li Bajar û navçeyên Kurdan şahî pîrozbahiyên mizgîniya rizgarkirina Kobaniyê hatin lidarxistin.

Li Amedê, bi hezaran kes li ber avahiya Partiya Herêmên Demokrat (DBP) kom bûn û bi dirûşmên berxwedana Kobaniyê şahî kirin. Bi sedan ciwan li ber def û zirên govend gerandin û kilamên li ser berxwedana Kobaniyê gotin.

Hevseroka DBPa Amedê Hafîze Îpek bi kurtasî derbarê vê pêşketinê agahî da û got Kobaniyê Azad bûye.

Pîrozbahiyên Rizgarkirina Kobaniyê li Amedê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:56 0:00

XS
SM
MD
LG