Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mustefa Ebdî Behsa Rizgarkirina Kobaniyê Dike


Mustefa Ebdî.
Mustefa Ebdî.

Piştî nûçeya rizgarkirina bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê karbidestên xwecihî li wir hate piştrast kirin, bi deh hezaran kes berê xwe dane sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyê de nêzîk Kobaniyê da ku vê serkeftinê pîroz bikin.

Li gorî raportên herî dawî didin zanîn, Kobaniyê wekî bajar bi tevahî hatiye ji çekdarên Dewleta Îslamî (Daîş) hatiye rizgar kirin, lê hinek gund li derdorê mane ku şervanên Kurd hewil didin wan jî ji dest Daîş derxînin.

Li gorî rojnamevan Mustefa Ebdî yê ku nuha li ser sînor e, hêzên Kurd, bi alîkariya Pêşmergeyan hinek gundên nû ji derveyî Kobaniyê vegerandine jêr kontrola xwe. Ew herwiha dibêje, ku êrîşên asmanî yên koalisyona navneteweyî hîn li ser armancên Daîş berdewam dikin.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Ebdî gelek agahiyên din li ser rewşa dawî ya Kobaniyê dide.

Hevpeyvîn bi Mustefa Ebdî re
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:22 0:00


XS
SM
MD
LG