Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengê Amerîka Derbasî Nav Kobaniyê Dibe


Piştî ku nav bajarê Kobaniyê hate rizgarkirin, me xwest em coşî û hêviya ku di nav Kurdan de belav bû, di cihê wê de, li Kobaniyê bibînin. Digel bi dehan rojnamevanên biyanî, ez roja Înê derbasî Kobaniyê bûm.

Ji 10 metre ji sînorê Murşîtpinarê şûn de bajarek ku kevir li ser kevir nemaye deriyê xwe ji me re vekir.

Gava me ya yekê de malên jiber bombeyan ruxiyane, wesayitên perçe bûne, çalên kûr yên ji bomberabaran mane, derketin pêşiya me.

Bajarê ku 5 meh berê jîngeh bû îro eynî bûye wek goristaneke mezin. Li her deverê bajêr şopên jiyana beriya şer xuya dike. Di nav mal û dîwarên ruxandî de dolabên ku hîn jî cil û livîn tê de li ser hev in, herwiha wêneyên li dîwaran jiyana ku li Kobanî ji nişkave serûbin bûye bi awayekî zelal nîşanî me dide.

Li her derê bermahiyên şer hene. Kobaniya ku xelkên bajêr lê vegerin nemaye, ji serî heta binî bajêr eynî bûye wek muzexaneyekê ku mirov dikare bibîne pê ka şer dikare çi bîne serê mirov û wargehan.

Vegera sivîlan jî niha pir xeter e jiber ku tê gotin endamên Daişê li gelek kolan û malan mayîn çandine û bombe danîne. Herwiha di malên ruxandî de dibêjin gelek meyt jî hene.

Ez nebûm şahid lê rojnamevanên ku dîtin, gotin bi dehan meytên endamên Daişê li kuçe û kolanên Kobaniyê li erdê mane.

Digel vê rewşê roja Înê bi sedan ciwan ji Sirûcê hatin Kobaniyê bi stiran û dîlanan derbasî bajêr bûn.

Hûn dikarin di dirêjahiya vê raportê de agahiyên berfirehtir guhdarî bikin.

Dengê Amerîka li Kobaniyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:21 0:00

XS
SM
MD
LG