Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brahîm Biro li Ser Civînên Moskoyê Dipeyive


Ibrahim Biro
Ibrahim Biro

Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûrîyê Brahîm Biro, civînên Moskoyê ku li rojên 26-29’ê meha 1’ê di navbera şandeya rejîma Sûrîyê û beşek ji opozîsyonê re pêk hatin ji Dengê Amerîka re dinirxîne.

“Bi hewildanên ku Mosko dike krîza Sûriyê çareser nabe. Amerîka bi dengnekirinê dixwaze ku bi Rûsiya bide zanîn, bi hewildanên wan krîza Sûrîyê çareser nabe.”

Brahîm Biro, li ser sedema beşdarnebûna Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) li civînên Moskoyê jî wiha dipeyive.

“Hem bernameyeke zelal ya civînên Moskoyê nebû, hem jî ENKS bi fermî nehatibû vexwendin. Tenê Dr. Selah Derwîş wek şexs hatibû vexwendin ku ew jî beşdar nebû.”

Birêz Biro dibêje, “Jiber ku civînên Mosko ne di bin çavderîya hêzên navnetewî de bûn, ti biryarên ku li qada navntewî werin temsîlkirin jê derneketine.”

“Rejîma Sûriyê li erdê xwe tenê dibîne. Loma jî ti nêrînên nûnerên PYD’ê û beşên opozîsyonê di encama civînên Moskovê de cî negirtine.”

Sekreterê Yekîtî bi bîr dixe ku li civînên Moskoyê ti mafên netewî yên Kurdan nehatine gotûbêjkirin.

“Di civînên Cenevê de li nav opozîsyona beşdar îtîfaqek li ser Sûrîyeke demokratîk hebû ku mafên Kurdan jî tê de werin qebûl kirin. Lê li civînên Moskovê ev tune bû. Rejîm ji xeynî axaftina bi Kurdî dayîna ti mafên gelê Kurd qebûl nake. Rejîm xwe nêzî mafên netewî yên Kurdan, Kanton yan jî îdareya Kurdî, otonomî û federaliya nake.”

Brahîm Biro li ser Mosko
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:22 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG