Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuba Wêneyên Nû yên Fîdel Castro Belav Dike


Ev wêneya Fîdel Castro 2ê Sibatê hate belav kirin.
Ev wêneya Fîdel Castro 2ê Sibatê hate belav kirin.

Hikûmeta Kubayê hinekên wêneyên nû yên serokê berê Fîdel Castro belav kiriye. Ji Tebaxê bûrî de ti wêneyên wî nehatibûn belav kirin.

Rojnameya Granma ya Partiya Komunist wêneyeke rêberê 88 salî belav kir, tê de ew ligel serokê Federasyona Xwendekarên Kubayê dipeyive. Rojnameyê got ku ew wêne meha bûrî hatibû kişandin.

Ji aliyekî din ve, zanyarekî olî yê Brazîlî ragihand ku ew vê dawiyê ligel Castro kom bûye. Wî got, ew gelek lawaz diyar bû, lê rewşa wî baş bû û li ser xwe bû.

Fîdel Castro sala 2006 dev ji desthilatê berda û ew radestî birayê xwe Raul kir, piştî rewşa wî ya saxlemiyê xirab bûbû. Ji wê çaxê de, ew gelek dernakeve cihên giştî. Cara dawî ku Fîdel Castro derket pêş xelkê berî bêtirî salekê bû.

XS
SM
MD
LG