Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd û Hevalbendên Xwe Jimareke Gundên Dora Kobaniyê Kontrol Dikin


Karbidestekî Kurdê Sûrî dibêje, şervanên hevalbend ligel Kurdan jimareke gund li derdora Kobaniyê ji nav destên mîlîtanên Dewleta Îslamî (Daîş) derxistine.

Enwer Mislim îro Sêşemê got, şervanên Kurd û hevalbendên wan yên Ereb nuha beşekî mezin ji deverên dora Kobaniyê kontrol dikin, piştî bajêr bixwe 26ê meha bûrî kete destên Kurdan.

Serokê hikûmeta Kantona Kobaniyê Mislim herwiha got ku ev hêz hîn ber xwe fireh dikin. Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov jî heman agahî ragihand.


XS
SM
MD
LG