Melîkê nû yê Erebistana Saudî Salman îro Çarşemê li ser kuştina firokevanê Urdunî Maaz al-Kassasbeh peyîvî.
Melik Salman got, kuştina Kassasbeh bi awayê şewitandinê kiryareke nemirovane û dijî Îslamê ye.
Salman di peyama xwe ya jibo Melik Abdullah ê Urdunê de got, wî bi xemgînîyeke kûr şehadeta Maaz al-Kassasbeh bihîst.
Salman kiryara Dewleta Îslamî wek tawaneke kîret û wek dijî hemî nirxên mirovahîyê nav kir.